HPG: Derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin

HPG’ê bîlançoya çalakiyên gêrîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên du rojan eşkere kir.
Hate ragihandinê ku tîmên bi tevger ên gerîla derb li helîkoptereke Skorsky xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, bîlançoya çalakiyên gerîla yên du rojan eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku gerîla li Qadên Berxwedanê derbên giran li dagirkeran didin û wiha got:

“Li herêma Rojavayê Zapê

25’ê Tîrmehê dema ku dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava liv û tevgerê, hêzên me yên YJA Starê derb li wan xistin.

Her wiha li dijî dagirkerên ku hewl dida li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, hêzên YJA Starê 3 caran çalakî lidarxistin.

Di çalakiyan de çekeke bombeavêj a dagirkeran hat îmhakirin.

Li aliyê din helîkoptereke Skorsky ya ku hewl dida hêzên xwe li Qada Berxwedanê bi cih bike, bû hedefa tîmên me yên bi tevger..

Di encamê de helîkoptera ku derba giran xwar, dûman jê rabû û neçar ma ku ji qadê biçe.”

HPG: Qadên berxwedanê bi dehan caran hatin bombekirin

HPG derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de jî ev agahî parve kirin:

“25’ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê 8 caran bi balafirên şer û 2 caran bi balafirên keşfê hatin bombekirin.

Ji ber bombebaranê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

Her wiha herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.”

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Koordîneyê weşand

Back to top button