Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Girê Koordîneyê ku têde 3 dagirker hatibûn kuştin weşand.
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Girê Koordîneyê ya Metînayê ku 10’ê Tîrmehê pêk anîbû weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“10’ê Tîrmehê saet 13:13’an li qada Girê Koordîne ya Metînayê bi çekên giran li kozikên dagirkeran hate xistin.
Di encamê de kozika dagirkeran bi temamî hate îmhakirin û 3 dagirker hatin cezakirin û yek birîndar bû.
Dagirkeran saet 14:40’î miriyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.
Çalakî ji bo silavkirina salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate lidarxistin.”
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Koordîneyê weşand.
Di encamê de kozika dagirkeran bi temamî hate îmhakirin û 3 dagirker hatin cezakirin û yek birîndar bû. pic.twitter.com/UVIoc0tNGp
— Ronahi tv (@tvronahi) July 26, 2023