Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbya Meryem Osman diyar kir ku 6′ê Tîrmehê wan di kongreya xwe yê duyemîn de biryar girtin ku 4 nivîsgehan bikin Meclis.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbya Meryem Osman derbarê pêkanîna biryara kongreyê de ev agahî da:
“6′ê Tîrmehê de kongreya me ya duyemîn de biryar hate girtin ku 4 nivîsgeh li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê werin birêxistinkirin.
Dema kombûn hate damezirandin, me berê xwe dida nivîsgehan, lê bi nûkirina van meclisan re em ê giştîbûneke mezin çêkin û xwe bigihînin hemû jinan
Ev meclis dê ji komîteyên perwerdeyê, aborî, darayî, arşîv, edaleta civakî û hwd pêk bên. Meryemê destnîşan kir ku dê di çend rojên bê de komîteyên din jî werin aktîfkirin.
“Wê 4 nivîsgeh li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê werin birêxistinkirin.
Meryem Osman da zanîn ku ji dema kombûn hatiye damezirandin ve hewl dida xwe îsbat bikira, lê niha armanc dike planên avaker ên têkildarî birêxistinbûnê deyne.”