Xoşnav Ata-Di salvegera yekemîn a çalakiya xwe wê civîna çapemeniyê li dar bixe

Xoşnav Ata yê ku 2 biraziyên wî di êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûbûn.
Ev salek e li ber OPCW’ê li ber xwe dide û heta niha ji rayedarên OPCW’ê bê bersive.

Di 28’ê Tîrmehê de Ata bi boneya salvegera yekemîn a çalakiya xwe li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) wê civîna çapemeniyê li dar bixe.

Di sala 2022’an de, OPCW bi peyameke ragihandibû ku derbarê îddîayên bikaranîna çekên kîmyewî wê lêpirsînekê bidin destpêkirin .

Daxuyaniya Ata wê derbarê vê mijarê de be ku çima OPCW lêpirsînekê li hemberî êrîşên çekên kîmyewî de nakin .

Xoşnav Ata got :”Qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî ya ku Tirkiyeyê îmze kiriye, gerdûnî ye lê dema ku mesele dibe kesên bê welat, ev nayê pêkanîn.”

Back to top button