Sendikayên Navneteweyî dijî tecrîdê daxuyaniyek lezgîn dan

Pêngava Sendîkayî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan li ber Parlamenta Ewropayê bi civîneke çapemeniyê ya lezgîn ji bo bidawîkirina tecrîdê bang li saziyên navnetewê kirin ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê.
Rêveber û amadekarên pêngavê, fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo anîn ziman û gotin:
“Tecrîd bandoreke neyînî li ser hewldanên çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd dike.”

“Pêngava Sendîkayî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan” ku navenda wê li Îngilistanê ye, têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li ber Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê civîneke çapemeniyê ya lezgîn lidar xist.

Nûnerên pêngavên ji bo azadiya Ocalan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di civîna çapemeniyê de li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û hiqûqa navneteweyî agahî hatin dayin.

Sendikayên Navneteweyî: Tecrîd li dijî pîvanên mafê mirovan e

Nûnera Nobeda Daîmî ya ji bo Abdullah Ocalan nivîskar Sarah Glyyn di dema daxuyaniyê de axivî.

Sraha Glyyn destnîşan kir ku îzolasyon li dijî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye û got: Heta ku tecrîdkirina brêz Abdullah Ocalan bi dawî nebe pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û demokratîk çareser nabe.

Sendikayên Navneteweyî: Heta tecrîd bi dawî nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe

Her wiha hate ragihandin ku tecrîdkirina RêberApo bandoreke neyînî li ser hewldanên çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd dike û hate gotin,

“Ji ber vê yekê bandorê li aramî, ewlehî û mafên mirovan ên li herêmê jî dike.

Lewma em dixwazin pêşniyarên polîtîk ên li jêrê hatine kirin tavilê bêne qebûlkirin.”

“Ji bo dawî li vê rewşa metirsîdar bê anîn, me civîneke lezgîn a çapemeniyê lidar xist”

Rêveber û amadekarên pêngavê yên li qada navneteweyî kar dikin jî, fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo anîn ziman.

Aliyan diyar kirin ku ji ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) li ser mijarê agahiyê nade, ji bo dawî li vê rewşa metirsîdar bê anîn, wan civîneke lezgîn a çapemeniyê lidar xistine.

Nûneran destnîşan kirin ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û piştgiriya xwe ya ji bo Rêber Apo û gelê Kurd anîn ziman.

Sendikayên Navneteweyî: Divê ye û CPT li dijî tecrîdê bikevin nava liv tevgerê

Di dawiya daxuyaniyê de sendikayên navneteweyî bang li Yekîtiya Ewropayê û CPT kirin ku li dijî tecrîdê demildest bikevin nava liv û tevgerê.

Her wiha ji bo çareseriyeke siyasî û demokratîk gelek pêşniyar ji hikumeta Tirkiyê, Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê, CPT û aktorên siyasî yên navneteweyî û herêmî yên pêwendîdar re jî hatin kirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî a DBP’ê banga bidawîkirina tecrîdê kir

Back to top button