Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Şêrazd Qamişlo

Şêniyên Bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê Erka Xwe Parastinê Şêrzad Qamişlo re xwestin.
Li Dirbêsiyê, ji bo şehîdê HPG’ê Zagros Çekdar merasîmek xiyabî hate lidarxistin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê jî di salvegera 10’emîn a şehadeta şehîd Viyana Amara de, ew bi bîr anî.

Endamê Hêzên Erka Xweparastin Mihemed El Îbrahîm bi nasnav Şêrzad Qamişlo 12’ê vê mehê, dema li ser erka xwe şehîd bû.

Şehîd Şêrzad Qamişlo duh li goristana şehîdan bi merasîmekê hate oxirkirin.

Îro Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di merasîmê de, kesên ku aixvîn soza şopandina riya şehîdan dan.

Dirbêsiyê-Şehîd Zagros Çekdar bi merasîmeke xiyabî hat bibîranîn

Şêniyên Dirbêsiyê bi merasîmek xiyabî Zagros Çekdar bi bîr anî.

​​​​​Şehîdê HPG’ê Mesûd Celal bi nasnav Zagros Çekdar 27’ê Sibatê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Li bin konê sersaxiyê, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul axivî û bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze dagirkeriya xwe fireh bike.”

Zozan berxwedana HPG’ê û hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û eşkere kir ku wê bi berxwedanê planên dagirkeran têk bibin.

Li ser navê malbata şehîd, xalê şehîd, Asim Sîno axivî û şopandina rêça şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê û girêdana wan bi rêgezên şehîdan re, nû kir.

Dawiyê, wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin

Kobanê-Şehîd Viyan Amara li ser gora xwe hate bibîranîn

Li Kobanê jî bîranîna şehîd Viyan Amara hebû.

Desteya perwerdey û fêrkirinê di salvegera 10 emîn a şehadeta mamoste Viyan Amara li goristana şehîd Dijle ya bajarê Kobanê bi bîr anîn.

Li goristanê, Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Bekir El-Ceradê axivî û diyar kir ku wê heta dawiyê pênûsa rêheval Viyan li erdê nahêlin û li pê şopa wê bin.

Back to top button