HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameyên 5 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got:
“Li hemberî her cure êrîşan hevrêyên me bi îrade û biryardariyeke mezin a Apoyî têkoşiyan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku hevreyê wan bi berxwedaniya xwe ya dîrokî darbên giran li dagirkeran dan û wiha got:
Li dijî hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên me, bi îradeyeke bilind û biryardariya Apoyî şer kirin.
Heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê man û bûn milîtanên nemir.
Artêşa Tirk a dagirker di sê salên dawîn de êrişên giran pêk anî
Di van êrîşên da hevrêyê me Zagros, Darav, Egîd, Salar û Cûdî şehîd bû.”
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya girêlayên şehîd wiha ye:
Nasnav: Zagros Çekdar
Nav û paşnav: Mesût Celal Osman
Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê
Navê Dê: Zerga
Navê Bav: Celal
Dîrok û cihê şehadetê: 2023/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Darav Feraşîn
Nav û paşnav: Bedirxan Abî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dê: Hamra
Navê Bav: Şehmûs
Dîrok û cihê şehadetê: 2022/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Egîd Gever
Nav û paşnav: Yilmaz Bayram
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dê: Edîbe
Navê Bav: Alî
Dîrok û cihê şehadetê: 2022/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Cûdî Berxwedan
Nav û paşnav: Abdulselam Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê: Maşallah
Navê Bav: Hamît
Dîrok û cihê şehadetê: 2021/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Salar Atakan
Nav û paşnav: Mûrat Asan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê: Sûphiye
Navê Bav: Mehmet Salîh
Dîrok û cihê şehadetê: 2022/Herêmên Parastinê yên Medyayê