Li Kobanê xeta kehrebê ya xizmetê tê amadekirin

Pirsgirêka kehrebê û çareseriya wê li Kobanê
Rêveberiya Xweser hewl dide bi hin riyan vê pirsgirêkê çareser bike.
Li Kobanê hin xebat ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê tên meşandin.

Ji Çileya 2021’an de dewleta Tirk a dagirker para xaka sûryê ji avê qutkirî ye.

Ji ber nebûna avê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê gelek qeyîranên mirovî derketine.

Ji wan jî pirsgirêka nebûna kehrebê ye.

Dunya havîne, pileya germê zêdetirî 40′ dereceyî dibe, ji lewre gazin ji nebûna kehrebê hene.

Mînaka wê li bajarê Kobanê ku nebûna kehrebê gelek astengiyan derdixe.

Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê hewil dide ku bi rengekî anternatîf pirsgirêkê çareser bike.

Xwendina pirojeyê hatiya bidawî kirin tenê niha rêveberî hewild dide bûtçeya wê hazir bike.

Rêveberî dibêje ji ber bûtçe gelek e dema amade bibe wê ev piroje heyvekê bi dawî bibe.

Wê weke sîstema ampêran li ser malan were belavkirin û ji 8 heya 10 seat rojane wê ev xeta xizmetê kehrebeya xwe hebe.

Heta niha buhayê yek ampêr nehatiye diyarkirin, lê belê xelk ji vê gavê kêfxweşin.

Li gel belavkirina xeta xizmetê li ser malan rêveberî dibêje ku ewê ronahiyên taxan di danê şevê de her pêketî bin.

Heya heyvekê pêwîste ku ev piroje li kobanê were bicihkirin dema ku dest pê bibe û piştre plansazî heye ku li gundewarên kobanê jî belav bibe.

Weke gaveke erênî tê dîtin ku wê anternatîfa pirsgirêka kehrebeyê be.

Ku bikaribe kêmekî germa havînê li xelkê derbas bike.

Back to top button