17 Gerîla bi çekên kîmyewî yên Tirkiyê şehîd bûn

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yusif anî ziman ku êrişa li dijî her 17 gerîlayên Azadiyê li dijî hebûna gelê Kurd e.

Foza Yusif derbarê şehîdbûna 17 gerîlayan bi êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî de axivî û got:

“Dewleta Tirk komkujiyeke hovane li dijî ciwanên gelê me pêk anî û çekên kîmyawî li ber çavên cîhanê bi kar anîn.”

Foza Yûsif: Êriş li dijî hebûna gelê Kurd e

Ev êriş, ne tenê li dijî wan lehengan e, lê belê li dijî hebûna me wek gelekî ye. Ew dixwaze vîna kurdan têk bibe.”

Foza Yusif piştrast kir ku ew li hember zulmê gavekê paşde navêjin û dê li rex têkoşeran bin û ev tişt anî ziman:

”Divê em ji cîhanê re ragihînin ku em serî li hember vê zulmê netewînin. Em ê li rex têkoşerên xwe yên leheng bin.

Tu çek nikare vîna me û hêviya me di jiyana azad de tune bike.”

NPG: 17 Hevalên me bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

Back to top button