Artêşa Tirk girên Derarê û Koordîne yên Metîna bombe kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker girê Derarê û Koordîne yên devera Zendûra ya Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Li gorî ANF’ê ku agahiyên ji çavkaniyên xwecihî girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saet 20:00’ê şevê de girên Derarê û Koordîne yên devera Zendûra yên Metîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Cihê ku artêşa Tirk bombe kir, li ser sînor e û weke xeta Qeşûra tê zanîn.

Piştî bomberdûmana balafirên şer û şûnde helîkopterên bi tîpa Kobra qad bombe kirin.

Li herêmê tevgera gelek balafirên Skorsky heye, ji qereqolên derdor û sînor jî bi obus û hewanan êrîş dikin.

Back to top button