Artêşa Tirk a dagirker li Hîzama bakur a li bajarê Qamişloyê nuqteyek kir hedef.
Dîsa Kargeha bûzê ya nîzî gundê Girbawî yê Qamişlo hat bombekirin.
Tirbespiyê-Dagirkeran Tirk nuqteyeke din a petrolê bombe kir
Her diyar kirin ku nuqteya hatî bombekirin nêzî stasyona kehrebeyê ye.
Zirgan-Dibistanek û 2 nuqteyên hikumeta Şamê hatin topbaran kirin
Li Zirganê jî artêşa Tirk a dagirker dibistanek û 2 noqteyên Hikûmeta Şamê bombebaran kirin.
Balafiran Gundê Dada Ebda, Bobê û mişêrfê yên Zirganê bombebaran kir.
Her weha balafiran noqteyên hêzên Hikûmeta Şamê yên li gundên El Bûbê û Esediyê yê navçeyê bombebaran kirin.
Dagirkeran 8 gundên Efrînê topbaran kirin
Eer weha, artêşa Tirk a dagirker 8 gundên girêdayî navçeyên Şera û Şêrawa topbaran kirin.
Gundê Meyasê, Gundê Mezin, Kilûtê, daristana gundê Soxanekê û gundê Bênê yên navçeya Şêrawa û gundên Merenaz, Şewarxa, Kiştîarê yên navçeya Şera bi dijwarî hatin topbaran kirin.
Gundê Zîwanê yê a Şehba û derdora navçeya Til Rifat jî hatin topbaran kirin.