Dewleta Tirk a dagirker îro li dijî bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên berfereh pêk anîn.
Ji Çilaxa heta Hesekê û ji wir ji heta Eyn îsa û Şehbeyê bi balafiran bombebaran kir.
Di van êrişan de binesaziya herêmê, kargeh, Stasyonên Kehrebê, Avê û hwd hatin hedefgirtin.
Piştî van gefan, dewleta Tirk a dagirker îro seatên sibehê êrişên hewayî li dijî heremê dan destpêkirin.
Li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, balafirên dewleta Tirk bêserûber binezasiya herêmê bombebaran kir.
Balafiran 8 caran binesaziya Hesekê bombebaran kir
Tenê lii Hesekê balafiran, zêdeyî 8 caran binesazî bombebaran kir.
Dagirkeran nêzî Stasyona Himê, riya navbera Hesekê û Til Temir ango rojavayê kampa Waşukanî bombebaran kir.
Dewleta Tirk li Hesekê li kargehekê xist 3 kes birîndar bûn
Ev dîmenên kargeha li Hesekê ye ku di encamê de 3 karmend birîndar bûn.
Stasyona kehrebê ya li Qamişlo hat bombebaran kirin
Balafirên dewleta Tirk stasyona kehrebê û gundê Sêgirka yên girêdayî bajarê Qamişlo bombebaran kirin.
Di encama êrîşê de, li stasyonÊ şewat derket.
Amûdê-Stasyona kehrebê û gund hatin bombebaran kirin
Her weha balafiran stasyona kehrebê û gundê Til Hebeş yê girêdayî Amûdê jî kirin hedef.
Li Tirbespiyê cihên neftê hatin bombebaran kirin
Ev der jî navçeya Tirbespiyê ye.
Balafiran gundê Gir dahol, Heqil El Oda, stasyona Neftê ya Seîde, û Zarbe yê navçeyê bombebaran kirin.
Gundên Til Temir, Eyn Îsa û Şehba bûn hedefa êrişan
Her weha Gundê Tewîle yê Til Temir, Dirdara û stasyona ava Rikba ya li ser riya Til temir û Hesekê hatin bombebaran kirin.
Balafiran li nêzî bendava Avê ya navçeya Çilaxa jî xistin..
Gundê Qesifê yê girêdayi Sirinê jî bû armanca balafirên dewleta tirk a dagirker.
Balafirên bêmirov û bi çek ên dagirkeran li gundê Meyasê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê jî devereke hêzên Hikûmeta Şamê 2 caran bombebaran kir.
Di encama êrîşê de, 2 leşker birîndar bûn.
Ne tenê ji asîmanî ve ji bejahî ve jî dagirkeran êriş pêk anîn.
Gundê Seyda yê Eyn Îsayê bi çekên giran hatin topbaran kirin.
Li Til Temir û Şera 2 balafirên bê mirov hatin xistin
Ev êrişên Dagirkeriya Tirk bê bersiv namînin.
Şervanên QSD’ê li aliyê Til Temir dironeke dagirkeran xistin xwarê.
Hat ragihandin ku li gundê Şewarxa ya navçeya Şera jî Drona xwekuj a Dewleta tirk hat xistin.



