Li gelek deveran bi hezaran kes daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Di çalakiyan de hate gotin ew ê heta nefesa dawî li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeran.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagiker daketin qadan, êriş şermezarkirin û peyama parastina destketiyên xwe dan.
Şêniyên Hesekê bi girseyî daketin qadan û êriş şermezar kirin
Bi vê armancê li Hesekê meşek hate lidarxistin.
Di meşê de banga rawestandina êrişan hate kirin û hate gotin ku ew ê li dijî her cure êrişan li ber xwe bidin û xaka xwe neterikînin.
Xelkê Qamişlo: Em ê destketiyên şehîdên xwe ji dijminê hov biparêzin
Bi heman armancê jî xelkê Qamişlo li qadan bûn û êriş şermezar kirin.
Di meşê de xelkê Qamişloyê teqez kirin ku ew ê li hemberî êrişan bibin mertal û destketiyên şehîdên xwe biparêzin.
Li kampa Serêkaniyê û Waşokanî li dijî êrişan kon hat vedan
Koçberên Serêkaniyê jî li dijî êrişên dewleta Tirk û ji bo salvegera 4’an a dagirkirina Serêkaniyê konê çalakiyên vedan.
Çalakî li kampa Waşokanî bi dirûşama ‘Roja Vegera Li Serêkaniyê Ye’ pêk hat.
Li bin konê çalakiyê endamê Meclisa Hesekê Ebdurezaq Mihemed axivî û û bêdengiya sazî û hêzên navnetewî ya li dijî êrişan şermezarkir.
Li kampa Serêkaniyê jî konê çalakiyê hate vedan.
Gelek endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo bi tundî êrişên li dijî herêmê û armancgirtina binsaziyan şermezar kir.
Hevserokê Saziya Olî Mihemed Elî jî diyar kir ku wan ji ber dagirkeriya dewleta Tirk salên zehmet derbas kirin û banga rawestandina êrişan û bi dawîkirina dagirkeriyê kir.