Wezîrê Karê Derve yê Tirk gefa berfirehkirina êrişan xwar

Balafirek bêmirov ya dewleta Tirk kargeha avahiyan ya li Hesekê bomberan kir.
Di encamê de 4 welatî birîndarbûn.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî derbarê gefên Tirkiyê got: Tirkiye ji bo êriş bike li Hincetan Digere.

Piştî êrîşan, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan careke din gefa berfirehkirina êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Başûrê Kurdistanê xwar.

Hakan Fîdan got: Ev herêm hedefên rewa yên hêzên me ne

Ebdî: Yê ku êrîşa Enqera pêk anî di herêma me re derbas nebûye

Piştî wê fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di derbarê mijarê de tiwîterek avêt û got:

“Yên ku êrşa ku li Enqera pêkanîn di herêma mere derbas nebûne weke ku berpirsyarên dewleta Tirk îdia dikin em ne aliyekin ji pevçûnên hundirê Tirkiyê û em bilindkirina asata wê jî destek nakin

Ebdî: Tirkî ji bo êrîş bike li hincetan digere

Tirkiye li hincetan digere ku êrîşên xwe yên li ser herêmên me rewa bike û dest bi êrîşeke leşkerî ya nû bike û ev yek jî fikarên me kûr dike.

Armanckirina binesazî û çavkaniyên aborî yên herêmê û bajaran tawaneke şer e û me berê jî ev yek dîtiye Ji bo vê yekê jî em daxwazê ​​ji aliyên garantor û civaka navneteweyî dikin ku li hember van defên dubare helwestên guncaw nîşan bidin aştî û aramiyê li herêmê misoger bikin.

Back to top button