Asayîşê ji bo êrişa li dijî Hesekê daxuyanî da

Asayîşê ragihand ku dagirkeriya Tirk karkeha blokên avahîsaziyê li Hesekê bombebaran kir.

Îro balafireke bê mirov a dewleta Tirk karkeha blokên avahîsaziyê ya li taxa Sifeya bombebaran kir.

Asayîşê eşkere kir ku kargeh 3 caran ji aliyê dagirkeriyê ve hatiye bombebarankirin.

Asayîşê da zanîn ku di encama êrişê de 4 kesên sivîl birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Asayîşê anî ziman ku ev êrişên domdar vîn û îradeya me ya berdewamkirina têkoşînê, zêdetir dike.

Hesekê-Di êrişa li ser karkgeha blokan de 2 karker birîndar bûn

Back to top button