NY ragihand ku li herêmên Sûrî yên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, sûcên şer tên kirin..
Di raporê de tê gotin ku, li herêmên Efrîn û Serê Kaniyê revandin, desteserkirina milkên şêniyan û rûxandina deverên dîrokî êk tên
Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, di beşekî rapora xwe ya ji meha Çile heta Tîrmehê de, binpêkirin û sûcên şer ên li Efrîn û Serê Kaniyê pêk tên belge kirin.
Di vê raporê de, tê dîtin ku NY nîvê rapora xwe ji bo sûcên şerê yên li herêmên dagirkirî pêk tên veqetandiye û dîmenên wan jî weşandiye..
Dîmenên di raporê de cih girtine wiha ne:
Perestgeha Aîn Dara ya li Efrînê.
Qada Sîtê ya Arkeolojîk a Helenîstîk a Efrînê.
Dîmenê rûxandina gundê Dawidiyê yê Serê kaniyê.
Di raporê de hate destnîşankirin ku malên şêniyên Dawidiyê ji aliyê çeteyên Tirk ve hatine desteserkirin û qad veguheriye baregeha leşkerî.
Rapora ji 25 rûpelanpêk tê, wê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan ên NY ku dê 14 Îlonê li Cenevê dest pê kiriye bê kirin.



