Israîlê 3 nuqteyên Hemasê bombebaran kir

Îro berbangê, balafirên şer ên Israîlê, rêze-êrîş birin ser hedefên Hemasê yên li Xezzayê.

Çavkaniyeke ewlekarî diyar kir ku firokeyên Israîlê, nuqteyên Esqelan û El-Tel ên çekdarên Hemasê li Xezzayê kirin armanc.

Hat ragihandin ku nuqeyeke Hemasê li rojavayî Xan Yûnisê jî hat bombebaran kirin.

Hat gotin di van êrîşan de ti ziyanên canî çênebûn.

Ev êrîş, piştî ku çend mûşek ji nava Xezza ber bi niştecihgehên Israîlê yên li hawîrdora Xezzayê ve hatin avêtin, pêk hatin.

Artêşa Israîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku, di nava 10 nuqteyên ku wan armanc kirine de, kargeha amadekirina çek û bombeyan, her wiha baregeheke rahênana leşkerî ya Hemasê jî hebû.

Duh, di encama ketina mûşekekê li bajarê Esdûd ê li başûrê Israîlê de, 2 welatiyên Israîlê birîndar bûn.

Back to top button