Hewlêr-Şandeya KNK’ê serdana nûnertiya HDP’ê kir

Kongreya Netewî ya Kurdistan li Hewlêrê serdana Nûnertiya HDP’ê kir. 

Serdanên şandeya KNK’ê ya ji bo aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de şandeyê serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kir.

Şandeya KNK’ê ji aliyê hevserok û endamên nûnertiya HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî civîna li gel nûnertiya HDP’ê, Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus axivî û got,

“Em ji bo pêşwazîkirinê spasiya nûnertiya HDP’ê dikin.

Wek tê zanîn konferansa sed saliya Peymana Lozanê heye û KNK dixwaze bi hestek neteweyî li beramberî vê peymana Lozanê helwesta hemû aliyên Kurd nîşan bide.”

Back to top button