Nîlûfer Koç: Kurd ketine qonaxa bi destxistina statûyê

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Nîlûfer Koç, navben-kariya dewletan ji bo yekîtiya Kurdan weke encama siyaseta sedsala 21’an a nakokî û têkilî bi hevre pênase kir û got: kurd ketine qonaxa statû-girtinê.

 

25 partî û tevgerên siyasî yên Rojava bi navê ‘Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd’, sîwaneke siyasî bi armanca yek-kirina refa kurdî ava kirin.

Lê li dijî hewildan û xebatên avakirina yekitiyê, dewleta Tirk a dagirker ji bo ne-pêkanîn û astnekirinê wekî her dem di nav planên qirêj de ye.

Hevseroka KNK Nîlûfer Koç ji bo vê gava dîrokî got: Êdî Kurd ketina qonaxa serkeftina statû yê.

Nilûfer Koç derbarê van êrîş û sûcên dewleta Tirk li ser Kurdistanê ev tişt anî ziman:

Li Bakurê Kurdistanê komkujiya siyasî û çandî pêk tîne. Hêzên ku pêşengtî dikin tên hedefgirtin ev jî komkujiya siyasî ye.

Hemû kiryar û konsepta dewleta Tirk, têkbirina Bakûrê Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê planên ku di salên 90 de li pêşxistin niha hewl-didin bibin serî.

Bi derxistina nakokiyan di navbera hêzên Kurdan de taybet li Zînî Wertê dixwazê Kurdan bîne beramberî hev, da ku binesaziya ji bo dagirkeriyê ava-bike.

Li Rojava piştî têkbirina DAIŞ’ê siyaseta perçekirin-dagirkirin daye destpê kirin.

Nilûfer Koç anî ziman ku bê Kurdan çareseriya kirîza li Sûriyê ne mimkûn e.

Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç got: dive em bizanibin ku di rewşeke wiha girîng de dewleta Tirk a dagirker wê êrişê xwe zêdetir bike. Hêza ku dewleta Tirk bide sekinandin xûrtkirina dîplomasiya navdewletî, lê beriya wê jî hêza herî esasî avakirina yekitiyê di nav Kurdan e.

Kurd ketine qonaxa serkeftina statûyê. Yekitiya Netewî ya Kurdan wê serkeftina hemû pêkhateyan bê.

Nîqaşên yekitiyê li Rojava’yê Kurdistanê her 3 beşên din jî eleqadar dike û serkeftina li Rojava wê barê beşên din hesantir bike.

Hevseroka KNK’ê anî ziman ku erkê KNK serkeftina yekitiyê ye ku di hevditinan de jî yekser cih digrin.

Back to top button