Derbarê betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari, Hevseroka HDP’ê ya berê ku niha girtî ye Fîgen Yuksekdag, peyamek weşand û got: Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenckirin bi darbeyan têk naçe.
Hevseroka Giştî a berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku niha girtî ye, peyamek weşand û betalkirina parlamenteriya wekîlên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogullari şermezar kir.
Fîgen li ser hesabê medya civakî yê Twitterê peyamek weşand û wiha got:
Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenc-kirin bi darbeyan têk na-çe.
Emê bi hev re azad bibin û azadiyê qezenç bikin.