Meclisa jinan a HDP’ê dadikeve qadan

Li dijî darbeya faşîzma AKP’ê ya li dijî vîna gel bertek zêde dibin.

Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo şermezarkirina faşîzmê wê dest bi kampanya mehekê bikin.

Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê ji bo parlementerên HDP’ê yên wekîltiya wan hatîn rawestandin peyamek weşand û got:

Em Fîlîstînî jî, ji ber dagirkeriya Siyonîst heman êşan dijîn.

Emê bi hevre serbikevin.”

 

Hêrsa gelê kurd ya li dijî darbeya faşîzma AKP-MHP’ê ya li dijî vîna wan zêde bûye.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne, dest bi kampanyaya mehekê dike.

Meclîsa Jinan HDP’ê, wê starta kampanyeya xwe sibe li Enqerê bide.

Jin wê di çorçoveya kampanyayê de, li dijî kedxwariyê, şer, tecrîd, tundî, îstîsmara zarokan, desthilatdariya zilam, ne wekheviya zayendî ya civakî, xizantî, cudakarî, nijatperestiyê, netewperestiyê, gotinên kîn û hirsê bi meşin.

Meclîsa jinê wê di heftiya ewil a kampnayayê de, wê îtîrazên xwe yên ji bo “qanûna îstîsmarê” bînin ziman û dakevin qadan.

Meclîsa jinê wê di heftiya duyemîn de, li dijî “Qanûna înfazê” ya ku girtiyên siyasî ji derveyî wê hatin hiştin dakevin qadan û di çarçoveya kampanyayê de wê li ber girtîgeh û edliyan daxwazên jinan bînin ziman.

Jin wê di heftiya sêyemîn de jî, îtîrazên xwe yên li dijî qeyûman bînin ziman.

Meclîsa jinê, bi taybetî wê li bajarên qeyûm tayînê şaredariyên wan hatin kirin dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bidin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê, di heman demê de wê di çarçoveya kampanyeyê de, bi jinên Elewî, Roman û penaber re jî, bên gelhev.

Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyê têk naçe

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê ku niha girtî ye Figen Yuksekdag, betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Musa Farisoglullari rexne kir û got:

“Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenckirin bi darbeyan têk naçe.

Em ê bi hevre azad bibin.”

Leyla Xalid: Emê bihevre biser bikevin

Her wiha piştavaniyên ji bo Guven û Farisogllari jî zêde dibin.

Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê Leyla Xalid, derbarê girtina parlementerên HDP’ê de peyam şand û wiha got:

Em Fîlîstînî jî, ji ber dagirkeriya Siyonîst heman êşan dijîn.

Emê bi hevre qezenc bikin.

Back to top button