“Leyla Guven sembola têkoşîna Azadiya jinan e”

Li dijî girtina parlamenterên HDP’ê bertek zêde dibin. Parlamenterên HDP’ê, hevserokên jin û jinan nerazîbûn nîşan dan û diyar kir ku bi betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û girtina wê, têkoşîna jinan armanckirin e û got: “Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e.”

 

Bertekên li dijî xistina parlamenterî û girtina parlamenter Leyla Guven didomin.

Parlamenter Dîlşat Canbaz, bal kişand ser bêhiqûqiya heyî û têkoşîna hevpar a li dijî vê yekê û diyar kir ku pergala faşîzmê û desthilatdariya zilam, bi taybetî jin kirine armanca xwe.

Dîlşat Canbaz got:

“AKP û MHP’ê li her derê êrîşî beden û siyaseta jinê dike.

Leyla Guven îfadeya tevgera jinên Kurd e. Sembola têkoşîna azadiya jinan e.

Hevserokên jin: Nikarin têkoşîna jinan bidin sekinandin

Hevserokên jin ên Colemêrgê jî bertek nîşan da û diyar kirin ku girtin ne-hiqûqî ye û anîn ziman “di şexsê Leyla Guven de, li hemberî têkoşîna jinan êrîş pêk hatiye.

Hevserokên jin gotin:

Ev pêkanîn bi tu awayî nayên qebûlkirin. Xistina parlamenteriya wê li hember destkeftiya jinan e.

Ev pêkanîn di şexsê Leyla Guven de li dijî jinan hatiye kirin. Nikarin bi tu awayî têkoşîna me bidin sekinandin.

Jinên Şirnexê:Eem jinên Kurd hemû leyla ne

Jinên li Şirnexê jî, bertek nîşanî betalkirina parlamenterî û girtina parlamenterên HDP’ê dan, û wiha gotin:

Ev êrîş darbeyek siyasî ye û bi salane didome. Ev darbeya ku li dijî Leyla Gûven hat kirin li dijî hemû jinan hatiye kirin.

“Bi salan e desthilatdariya AKP’ê darbeya siyasî didomîne”

Jinan darbe şermezar kirin û weha domndin:

Betalkirin û girtina parlamenteriya parlamenterên HDP’ê li dijî demokrasiyê ye.

Îqtîdara AKP’ê dixwaze me bêdeng û neçar bihêle. Lê emê tu carî dest ji têkoşîna demokrasiyê bernedin.

Em ê heta dawiyê li ser şopa parlamenter û partiya xwe bin û li hember van êrîşan tu carî bêdeng nemînin.

Leyla Gûven sembola têkoşîna jinê ye. Divê em xwedî li siyasetmedarên ku vîna me ne derkevin.

“Em ê bibin pêşengên têkoşîna demokrasiyê”

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Îlknur Bîrol, diyar kir ku Tifaqa AKP û MHP’ê mafê xeyalê jî, ji welatiyan girtiye. Di vê pêvajoya ku her tişt ji tundyê xwedî dibe, Riya wê têkoşîn e.

Meclîsa jinan demek dirêj e xebatan dimeşîne. Bi tevgera jinan re, di rojeva jinan û nokteya rêxistinbûna jinan de pêngav hatin avêtin. Meclîsa me ya jina jî wê di têkoşînê de her tim li eniya pêş be.

Back to top button