Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Qerçekê bi vîrûsa koronayê ketiye û rayedar wê nabin nexweşxaneyê.
Bavê Zeynep Celaliyan, Elî Celaliyan têkildarî mijarê ji Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê re axivî.
Elî Celaliyan diyar kir ku duh keça wî bi rêya telefonê ji wan re gotiye ku ew tevî çend girtiyên din bi vîrûsa koronayê ketine û xisitne odeyeke cuda û rewşa wan pir xirabe.
Bijîşkê girtîgehê ji Zeyneb re gotiye ku vîrûs laşê wê daye ber xwe û ew hewil didin bi dermanên Îltîhabê Zeyneb rehet bikin.
Elî Celaliyan dawiyê fikarên xwe yên derbarê rewşa giran a keça xwe anî ziman û xwest ku pir lez keça wî veguhezînin nexweşxaneyekî ji derveyî girtîgehê, da ku bikare were derman-kirin.