4’emîn Konferansa Kongra Star a Kantona Kobanê li Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin

Duh 4’emîn Konferansa Kongra Star a Kantona Kobanê bi tevlîbûna 150 delegeyî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxistin.

Duh, konferans bi slogana “Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jin misoger bikin” pêk hat.

Nûnerên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl di konferansê de amade bûn.

Di konferansê de perspektîfên Rêber Ocalan yên derbarê jin de hate xwendin.

Piştr e, Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso bi îsrara li dar xistina vê konferansê, tê wateya vala derxistina tevahî êrîşên li dijî jinê û got:

Em ê têkoşîna li dijî hişmendiya ku tunekirina jinan bingeh digire, bidomînin.

Konferans bi nûkirina koordînasyona Kongreya Star a Kantona Kobanê û şaxê wê bi dawî bû.

Back to top button