Parlamenterên Iraqê: Divê lêpirsîn derbarê hêzên Tirkî yên li Başûr bê vekirin

25 parlementerên Iraqê daxwaza avakirina komîteyek ji bo lêkolînkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê kirin.

25 parlementerên Iraqî ji bo lêkolîna hebûna hêzên biyanî li nav axa Iraqê metnek ji sê xalan pêşkêşî serokê parlamentoya Iraqê kirin.

Daxwazên di metnê de wiha ne:

” – Lêkolîna hejmara hêzên Amerîkî û şêwirmendên wan.

-Der barê hebûna Tirkiyeyê li herêmê lêkolîn bê kirin û lêpirsîn li artêşa Tirk were vekirin.

-Lêpirsîna MOSSAD’ê ya der barê êrişa Îranê ya li dijî Hewlêrê de.”

Di metnê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li xaka Başûr 5 baregeh û 38 bendên leşkerî ava kirine.

Back to top button