Meclisa Malbatên Şehîdan ya Hesekê civîneke gel li darxist

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Hesekê civîneke gel li darxist. Di civînê de rewşa dawî ya siyasî û buyerên ku rû didin hat nirxandin.

Bi dehan welatiyên bajêr, endamên meclisan û saziyên sivîl ên bajêr beşdarî civînê bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mistefa Ehmed di civînê de axivî û bal kişande li ser buyerên ku li cîhanê diqewimin.

Mistefa Ehmed derbarê lêkirina dîwarê di navbera Şengalê û êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla de jî axivî û diyar kir ku lêkirina dîwar dewama peymana 9’ê Cotmeha 2020’an e.

Ehmed di dawiyê bang li gelên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku siyaseta hikûmeta Kazimî, PDK û AKP’ê nas bikin û li berxwe bidin.

Paşê beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin dê li dijî van kiryaran têkoşîna xwe xurtir bikin.

Back to top button