Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Salih Nûh destnîşan kir ku çekdarên PDK’ê şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî Kurdan dimeşînin, her wiha banga bilindkirina asta têkoşînê li hember xiyaneta wan kir.
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh got:
“Gelê Kurd di qonaxeke hestiyar re debas dibe nexasim ku ew êdî ji bindestiyê rizgar dibe.
Lê belê dijmin hewl didin wî wek berê vegerînin û di vî şerî de çekdarên PDK’ê bi kar tînin.
Rola zêde ya têkbirina çekdarên PDK’ê li ser milê partiyên Kurd e ku divê destwerdanê bikin û kiryarên partiyê rawestînin.
Salih Nûh di dawi de ev nirxandin kir: “Çekdarên PDK’ê bûne xençerek di pişta gelê Kurd de û îro em nêzîkî şopa rastiyê ne, ew şopa ku Rêber Apo xêz kiriye.
Ew hewl didin şoreşa me vemirînin lê ew nikarim bigihîjin armanca xwe.”