KNK’ê Bafil Talebanî pîroz kir

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) pîrozbahî li Bafil Talabanî kir ku careke din ji bo Serokatiya YNK’ê hate hilbijartin.

Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) di 27’ê Îlonê de li Silêmaniyê 5’emîn kongreya xwe li dar xist.

Di dengdana kongreyê de Bafil Talabanî careke din weke Serokê YNK’ê hate hilbijartin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke Bafil Talabanî pîrozkir.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Kongreyaya pêncemîn ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi awayekî serkeftî encam da û şexsê we carekî din weke Serokê YNKê hate hilbijartin.

Em bi vê encamdana serkeftî gelekî keyfxweşin û em hêvî dikin ku YNK her tim di kar û xebatên Kurdistanî de serkeftî be.

Bi vê munasebetê em hilbijartina we ji bo serokatîya YNK’ê û her wiha di şexsê we de hemû kesayetên ji bo rêveberîya YNK’ê hatine hilbijartin, bi dilekî germ pîroz dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.”

Back to top button