Li dijî êrîş û guhertgina demografiya herêmê ji aliyê dewleta tikr a dagirk er ve nerazîbûn zêde dibin.
Rûspiyên Kurd û Ereb ên li herêmê l idijî gef û êrişên TIrkiyê bihêrs in û peyama berxwedanê didin.
Ew dibêjin “Çawa em bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekinîn, em ê li dijî dewleta Tirk jî bisekinin.”
Rûspiyên Kurd û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi yekdengî gef û êrişên Tirkiyê şermezar dikin.
Ji rûspiyên eşîra Kuresa Ebdulmecîd Ibrahîm têkildarî van êriş û armancê wan axivî.
Ebdulmecîd Ibrahîm diyar kir armanca dewleta Tirk ne tenê herêmek e, lê belê armanc vegera dewleta Osmanî ye.
Ji rûspiyên êla El Zibêd Raxib El-Faris jî anî ziman ew rûspiyên Ereb êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û got
“Ji ber ku li herêmên Zap û Avaşînê dewleta Tirk têk çû, careke din berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
Şêx Eşîra El-Şiêtat a rojhilatê Dêrazorê Ebdurehan El-Dixêfic jî got:
“Divê civaka navneteweyî û dewletên garantor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên mafên mirovan bi xurtî li hember kirin û destwerdanên dewleta Tirk bisekinin”
Yek ji rûspiyên eşîrên El-Igêdat li Baxozê Hewas El-Casim li dijî van êrişan ev peyam da:
Em li hember hemû êrişên li ser herêmê amade ne, em ê destekê bidin QSD`ê, Rêveberiya Xweser û PKK`ê.
Çawa em bi hev re li dijî DAIŞ’ê sekinîn, em ê li hember destwerdana Tirkiyê li xaka Sûriyê jî dekevin.”