HPG’ê: Di çalakiyên bi bandor ên gerîlla de 20 dagirker hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li herêmên Zap û Avaşînê çalakiyên bi bandor pêk anîn.
Li gorî HPG’ê, di van çalakiyan de;
20 leşkerên Tirk hatin kuştin û dronek hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku gerîllayên wan li herêmên Zap û Avaşînê çalakiyên bi bandor li dijî hêzên artêşa Tirk pêk anîne.

Têkildarî encama çalakiyan, navenda ragihandinê ev agahî dan raya giştî:

23’ê Nîsanê li qada berxwedanê ya Werxelê çalakiya sekvanî pêk anîn.

3 dagirker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

24’ê Nîsanê dîsa li qada Werxelê, piştî êrişa balafiran hêzên dagirker hewl dan bi teqemeniyan êriş bikin.

Gerîlla ew dorpêç kirin û ji nêz ve li wan dan.

Di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

25’ê Nîsanê li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dema hêzên Tirk hewl dan bicih bibin, gerîlla li wan dan.

Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Piştî bersivdayîna gerîlla, dagirker neçar man vekişin.

26’ê Nîsanê dagirkeran hewl dan darên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bibirin.

Hêzên me li wan dan û di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

23’ê Nîsanê hêzên dagirker xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve biçin.

Gerîlla rê neda wan û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Roja 25’ê Nîsanê artêşa dagirker xwestin ber bi çeperên şer ên qada Şehîd Amargî ve pêşde biçe.

Gerîllayên YJA-STAR’ê li wan daN û di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.

Li heman qadê dronek jî hate xistin.

25’ê Nîsanê dagirkerên li Qada Şehîd Şahîn bicih bibûn bûn armanca çalakiya gerîlla.

Li vir jî leşker hat kuştin.

Heman rojê artêşa dagirker hewl da bi helîkopterên Skorsky leşkeran deynin qada Şehîd Rûbar.

Di encama bersivdayîn gerîlla de, helîkopter neçar man vekişin.

Dîsa roja 25’ê Nîsanê li dora Girê Mamreş ê girêdayî Kurojahro çalakî pêk hat lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

26’ê Nîsanê gerîlla ji du aliyan ve li dagirkerên dora çeperên şer ên Kevirêkun dan.

Li vir 3 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê çeperên şer ên Şehîd Berxwedan û yên Girê Şehîd Cûdî 9 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombebarankirin.

Li qada berxwedanê ya Kurojahro jî li derdora Girê Şehîd Harûn hêzên me ji du baskan ve li çeper û hêzên dagirkeran dan.

Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Li derdora Girê Mamreş jî 2 leşkerên artêşa Tirk di encama çalakiya gerîlla de hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî gerîlla darbên giran xwarin, ji 23’ê Nîsanê ve bi dijwarî Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê bombebaran dike.

Back to top button