Li Silopiyê bi sedan kesan êrişa li dijî gerîla şermezar kir

Li Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla pêk tîne, bi hêrs e.
Ji bo şermezarkirina van êrîşan, îro bi sedan kes bi pêşengiya dayikên aştiyê li Silopyayê kom û heta ber Deriyê Sînor ê Xabûrê meşiyan.

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla pêk tîne, li her çar perçeyên Kurdistanê gelê Kurd, li ser piyan e.

Bi sedan kes bi pêşengiya dayikên aştiyê li Silopiyê kom bûn û meşek lidar xisitin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, û gelek kes ji Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê ji bo tevlîbûna meşê hatin û li bajarokê Tilebîn ê Silopiyayê kom bûn.

Di dema kombûnê de, dayikan bi hêrs diruşmên li dijî Barzanî, qêrîn.

Van dayikan jî nekarîn xwe li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bigrin û bi van gotinan hêrsa xwe anîn ziman.

Meş tevî dorpêça leşkerên dewleta Tirk dest pê kir.

Meşvanan ji bajarokê Tilebîn ê Silopiyê heta ber bi deriyê Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan.

Û polîsan hewldan meşê asteng bikin.

Tevî astengiya polîsan meşvanan ber bi Deriyê Sînor ve meşa xwe dewam kirin û li ber derî daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û yek ji dayikên aştiyê axivîn.

 

Back to top button