Guterres li ser rêya kîevê ye

Rewşa li Ûkrayna di rojeva sereke ya cîhanê de ye.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres li ser rêya Kîevê ye.
Hemwextî serdana Guterres, Almanya wê çekan bû Ûkrayna bişîne.
Serokê Fermandariya Giştî yê DYA Milley jî got:
Niha ya di metirsiyê de, ewlekariya tevahî Ewropa ye.

Ji bo dawî anîna şerê li Ûkrayna, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres trafîka xwe ya dîplomasiyê didomîne.

Antonio Guterres piştî serdana xwe ya li Tirkiye û Rûsya niha jî li ser rêya Ûkrayna ye.

Guterres wê di serdana xwe de li gel Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky li Kîevê bicive.

Sekreterê Giştî yê NY ku wê di ser Polonyayê re derbasî Kîevê bibe, dê bi Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmîtro Kuleba re jî bicive.

Koşka Spî ji şandina Almanya ya çekên bo Kîevê keyfxweş e

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki diyar kir ku ew ji daxuyaniya Almanyayê ya ku wê tankên dijî hewayî yên cureya “Gepard” bide Ûkraynayê, pêşwazî dikin.

Jen Psaki di civîna çapemeniyê ya rojane de rojev nirxand û bersiv da pirsên rojnamegeran.

Psaki diyar kir ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi hevtayê xwe yê zêdetirî 40 welatan re derbarê Ûkraynayê de hevdîtin pêk aniye.

Berdevka Koşka Spî anî ziman ku li ser girîngiya dewamkirina alîkariyên leşkerî ji bo Ûkraynayê hatiye teqezkirin.

Milley: Îro ya di metirsiyê de ewlekariya Ewropa ye

Serokê Fermandariya Giştî yê DYA Orgeneral Mark Milley ragihand, piştî şerê cîhanê yê duyem bo cara yekê ye ku bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê, ewlekariya Ewropayê û heta sîstema navneteweyî ketiye nava metirsiyê.

Mark Milley rewşa dawî ya şerê Rûsya û Ûkraynayê û pêvajoya şer ji televîzyona CNN a Amerîkî re nirxand.

Milley diyar kir ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê ne tenê li ser asta herêmî lê di asta cîhanî de jî rê li ber xeteriyeke cidî ya ewlehiyê vedike.

Back to top button