Rêveberiya Şengalê: Ala Iraqê bi saya berxwedana Şengalê bilind bû

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên êriş û tevgera li Şengalê nirxandin..
Hat gotin Armanc dubarekirina fermanên li ser Êzidiyan e û dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê ye..

Dewleta Iraqê di lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de didomîne û hêzên xwe yên leşkerî li Şengalê zêde dike.

Bi piştgiriya Tirkiye û PDK’ê planên têkbirina destketiyên Şengalê tên kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên ji ajansa Hawarê re mijar nirxand..

Azad Hisên got,

“Idîayên hikumetê yên der barê armancên lêkirina dîwar de ji rastiyê dûr in.

Dibêjin ew dixwazin rê li qaçaxtî û çeteyên DAIŞ’ê bigirin, lê ji dema hatiye rizgarkirin ve, herêma herî bi ewle li Iraqê Şengal e.”

Hisên diyar kir ku bi saya berxwedana Êzidiyan û Rêveberiya Xweser ala Iraqê li Şengalê hatiye hildan û got:

“Me dît çawa artêşa Iraqê Şengal radestî DAIŞ’ê kir û çawa çekdarên PDK’ê reviyan.

Gerîlayên PKK’ê bi hawara Êzidiyan ve hatin. Wan êzidî ji DAIŞ’ê rizgar kirin.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên di dawiyê de îşaret bi rola PDK’ê ya di êrişa li ser Şengalê de jî kir û ev bang kir:

“Divê hikumeta Iraqê bi erkên xwe rabe, guh nede zextên PDK’ê û dewleta Tirk.”

Back to top button