Li Efxanistanê Di êrîşeke Talîbanê de 10 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin

Li herêma Badigîs ya rojhilatê Efxanistanê, di êrîşeke Talîbanê de, 10 endamên hêzên ewlehî hatin kuştin.

Cîgirê Parlamena Efxan Diya El- Dîn Ekazî ji Televiziyona Efxanistanê “Tilû’ News” re ragihand ku ev êrîş li Bala Merxab ya herêma Badigîsê, pêk hatiye.

Ekazî anî ziman ku “dema hêzên ewlehiyê ji navenda xwe ji bo çavdêriya rewşa herêmê derketin”, êrîş pêk hat û eşkere kir ku “kesên hatine kuştin 7 ji hêzên Komando û 3 ji polîsê taybet in û 5 jî birîndar bûne.”

Duh jî komeke çekdarên Tevgera Talîbanê bi ser 3 rêbendên pişkinînê li Bakurê Efxanistanê de girtibûn.

Hingê jî 8 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Back to top button