Dewleta Tirk 40 maşîneyên leşkerî yên din derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk a dagirker dîsa û weke her car sewqîyatên leşkerî derbasî Idlibê dike..

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk karwaneke leşkerî di dergeha Kefer Losîn re derbasî baregeha leşkerî ya el-Mesmûta ya li ser rêya Idlib- Erîhayê kir.

Çavdêriyê destnîşan kir ku karwan ji 40 manşîneyên leşkerî û maşîneyên tije cebilxane û alavên lojistîk pêk dihat..

Li gorî Çavdêriyê, ji destpêka Adarê de û heya niha dewleta Tirk 4 hezar û 640 maşîne, li gel zêdetirî 11 hezar leşkerî derbasî Idlibê kirine.

Back to top button