Fransa: Em destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê qebûl nakin

Fransa dibêje ew destwerdana Tirkiye li Lîbyayê bi ti awayî qebûl nakin û teqez kir ku Artêşa Niştimanî roleke girîng di şerê li dijî DAIŞê de lîstiye.

Wezîra Paratinê ya Fransayê Florence Parly ji çapemeniyê re teqez kir ku welatê wê piştevaniya ti hêzekê li Lîbyayê nake û banga rawestandina destwerdanên derveyî û hew-binpêkirina biryara NY a qedexekirina şandina çekan kir.

Parly anî ziman ku divê mesele dîsa li ser maseya Kongreya Berlînê were danîn û êdî çareyeke siyasî were dîtin.

Wezîra Fransî diyar kir jî ku dewleta Tirk hejmareke mezin a çeteyên Sûrî aniye Lîbyayê û da zanîn ku ev jî bi belge li cem NY tomar kiriye.

Amerîka pelika cezayan ji Tirkiyê re li ba dike

Duh jî, balyozxaneya Amerîkî li Lîbyayê aciziya xwe ji destwerdana derveyî li aboriya Lîbyayê anî zimên û bi daxuyaniyekê û teqez kir ku hîna derî ji her kesî re vekirî ye ku çek xwe deyîne û li ser maseya danûstandinan rûnê.

Amerîka îşaret bi destwerdana dewleta Tirk jî kir ku ew kesên abora Lîbyayê qels dikin û her û her êrîşên leşkerî zêdetir dikin, wê rastî cezayan werin.

Back to top button