Mezlûm Ebdî: êrîşa li dijî Zerdeşt Şengalî hedefgirtina lehengên tekoşîna dijî Daiş’ê ye

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî got: Êrîşa li dijî Zerdeşt Şengalî hedefgirtina lehengên tekoşîna dijî DAIŞ’ê ye.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, têkildarî êrîşa dewleta Tirk li ser Şengalê ku tevî fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, sê şervanên din şehîd bibûn, li ser hesabê xwe yê tiwîtterê tiwîtek belav kir.

Mezlûm Ebdî di tiwîtterê xwe de ji malbata Zerdeşt Şengalî, YBŞ û civaka Êzîdî re sersaxî xwest.

Ebdî got:

“Me pêşengekê şerê DAIŞ Zerdeşt Şengalî winda kir. Rola wî di tunekirina DAIŞ û parastina Êzidiyan de dewleta Tirk sor kir.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku êrîşa dijî Zerdeşt Şengalî hedefgirtina lehengên tekoşîna dijî DAIŞ û dewama fermanên jenosîda Êzîdiyan e.

Leave a Reply

Back to top button