Konferansa Sînemaya Rojava di roja 3 de ye.
Îro konferans dê bi pejirandina pêşniyarên ji bo pêşxistina pîşesaziya sînemayê û hilbijartin komîteyek ji bo şopandina pêkanîna encamên konferansê, bi dawî dibe.
Konferansa Sînemaya Rojava li Qamişlo xebatên xwe didomîne.
Beşdaran di 2 rojên derbasbûyî de rewşa heyî ya pîşesaziya sînemayê û rêbazên pêşxistina wê nîqaş kirin.
Endamê komîteya amadekar a konferansê Diyar Hiso got:
Bernameya roja dawîn dê pêşniyarên ku di rûniştinên 2 rojên pêşîn derketine werin gotûbêjikirin û pejirandin,
Bi armanca pêşvebirina pîşesaziya sînemayê û xurtkirina mekanîzmayên ji bo xebata hevbeş di navbera çêkerên fîlman de.
Hiso diyar kir ku beşdar dê komîteykê hilbijêrin da ku ev komîte li ser avakirina çarçoveyek yekgirtî ji bo sînemageran bixebite û
Encamên konferansê bişopîne û çavdêriya pêkanîna pêşniyarên ku dê di dawiya koferansê de werin pejirandin bike.



