Pentagon: Ti planên me nînin ku em ji Iraqê vekişin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ti planên wan nînin ku ji Iraqê vekişin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Jonathan Hoffman destnîşan kir ku Amerîka têkildarî hebûna hêzên xwe li Iraqê, hê jî danûstandinên xwe bi aliyê Iraqê re didomîne.

Jonathan Hoffman got, danûstandin dewam dikin, lê di dema niha ti planên wan a vekişîna ji Iraqê nînin.

Beriya niha jî serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku ger Iraq bixwaze hêzên Amerîkî vekişin bila destpêkê pereyên wan bidin wan.

Her wiha Serokweîzrê Iraqê yê istîfakirî Adil Ebdulmedî daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê kiribû ku ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê şandeyeke Amerîkî bişînin welat.

Leave a Reply

Back to top button