Îranê teqînek li bajarê Meşhed rû da

Teqînên bi-guman careke din li Îranê rû didin û herî dawî teqînek li bajarê Meşhed pêk hat.

Çalakvanine Îranî ragihand ku îro vê sibehê dengê rêzeteqînine mezin li bajarê Meşhed hat bihîstin..

Berî vê jî, navgînên ragihandinê yên herêmî ragihand ku teqîneke mezin li şirketa madeyên kîmawî li başûr-rojavayê welêt pêk hatiye.

Ev yek di wextekî de tê ku ji hefteya borî de û heya niha gelek teqîn li derdora dezgehên leşkerî, nuklerî û pîşesazî yên Îranê rû didin.

Li ser vê jî, desthilatên fermî ragihandibû ku ew lêpirsînê dikin û heya niha sedema van teqînan nehatiye zanîn.

Li bajarokê Feyrûz Kuwe yê Rojhilatê Tehranê 6 caran erd hejiya

Navenda Çavdêrkirina Erdhejan a Îranê jî ragihand ku li bajarokê Feyrûz Kuwe yê rojhilatê Tehranê 6 caran erd hejiya.

Di encama erdhejan de, ti ziyan çênebû.

Back to top button