Koalîsyona Erebî 2 mûşek û 6 dronên bombebarkirî xist xwarê

Koalîsyona welatên Ereb ya bi serkêşiya Erebistana Si’ûdî, ragihand ku wan 2 mûşek û 6 dronên bombebarkirî, ku hêzên Hûsî ji Sen’ayê avêtin Si’ûdiyê, xistine.

Berdevkê fermî yê Koalîsyona welatên Ereb Tirkî El-Malikî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan êrîş bi temamî şkand û da zanîn ku ev êrîş, sivîlan dikin armanc.

Tirkî El-Malikî destnîşan kir ku hêzên hevbeş ên koalîsyonê, ji bo parastina sivîlan û li gorî qanûnên navnetewî, tedbîrên pêwîst digirin.

Li gorî El-Malikî, keştiyên bombebarkirî yên Hûsiyan, xetên çûnûhatina deryayî dikin armanc.

Berdevkê Koalîsyona Ereb, hêzên Hûsî bi bikaranîna bendergeha Hudeyda, ji bo pêkanîna êrîşên terorîstî û armanckirina sivîlan, tawanbar kir.

Pêncşema borî, Koalîsyonê daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku, berpirsyariya qanûnî ya aloziya Yemenê, bispêre Îranê.

Back to top button