Tevgera Azadî: Piştgirîkirin û parastina Şengalê erkekî exlaqî û wijdanî ye

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Azadî piştgiriya xwe ya ji bo civaka Êzidî ragihand û diyar kir ku wê li dijî her planekî li ser civaka Êzidî bisekinin.

Tevgera Azadî bi boneya 8’emîn salvegera êrişên 3’yê Tebaxê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da û got:

“Hêzên ku revin PDK û beşek ji Artêşa Iraqê û Tirkiyeya dagirker planên xwe berdewam dikin û dixwazin careke din Şengalê û Êzidiyan bikin kole û bi zorê hikûmdariya wan bikin.”

Tevgera Azadî di dawiyê de bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz ên li Kurdistanê û cîhanê kir ku piştgiriya Xwerêveberiya Şengalê bikin.

YNK: Daxwazê dikin ku Êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin

YNK’ê jî bi heman boneyê daxuyanî da.

YNK’ê ragihand ku hewlanên wan ji bo vê yekêye ku hewldana hemû aliyên, hikûmeta navendî, herêma Başûrê Kurdistanê, hizb û aliyên Kurdistanî û Iraqî ji bo dîtina aqûbeta kesên heta niha winda ne zêdetir bikine.

Back to top button