Li Efxanistanê di nava hefteyekê de erdheja 3. pêk hat

Efxanistan ya ji ber krîza aborî û rejîma Talîbanê dinale, bi erdhejên di nava hefteyê de demek zehmet derbas dike.
Di nava hefteyê de erdheja 3. pêk hat.
Ji ber erdhejê hema dikarîn bêjin Xerat wêran bûye.

Li Efxanistanê di hefteya dawî de cara sêyemîn erdhejek mezin pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdheja bi hêza 6,3 li nêzî bajarê Xerat ê li rojavayê welêt bûye.

Rayedaran ragihandin ku di erdhejê de herî kêm kesek jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê eşkere kir ku bêtirî 100 kesên birîndar bûne, rakirine nexweşxaneyan.

Di du erdhejên hefteya borî de bêtirî hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji sedî 90’ê kesên ku di erdhejên berê de mirin jin û zarok in.

Serokê Bernameya Doktorên Bê Sînor a beşê Efxanistanê Yahya Kalilah ji ajansa nûçeyan a AFP’ê re got;

Tê payîn ku jimara miriyan kêm be, ji ber ku mirov berê di konan de radiza.

Xerat ku li ser sînorê Îranê ye, sêyemîn bajarê herî mezin ê welêt e.

Zînda Janê ya ku hefteya borî erdhej lê pêk hatî, 40 kîlometre dûrî bajarê Xeratê ye.

Di vê erdhejê de gelek xaniyên ku di erdhejên berê de xera bûbûn.

Gundiyan di bin xirbeyan de bi kep û destan li windayan geriyan.

Kalilah got, “Xelk ketine panîkê û derûniya wan têk çûye.”

Kalîlah, diyar kir ku gel xwe ewle nabîne û got,

“Ez ji we re piştrast dikim, wê kes newêre di malên xwe de razê.”

Tê fikirîn ku Talîbana ji Tebaxa 2021’an ve welat di destê wan de ye, li herêma erdhejê hewcedariya konan bi zehmetî peyda dike.

Li Efxanistana ku piştî desthilatdarî ket destê Talîbanê alîkariya hikumetê lê hatiye rawestandin.

Vê yekê jî hişt ku welat bi krîza aborî re rûbirû bibe.

Efxanistan ya li ser xeta erdhejê ya Avrasya û Hindistanê ye, gelek caran erdhej lê pêk tê.

Di erdheja bi lerza 5,9 ya ku meha Hezîrana par li bajarê Pktikayê pêk hat de, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî bê mal man.

Back to top button