Li Rojhilat û Îranê beriya şoreş û piştî şoreşê jin ji bo destkefteiyên xwe têkoşiyan û îro sînor bezandine. Ji her alî jin bi felsefeya ”Jin,Jiyan,Azadî” berxwedana xwe geş dikin.
Di 1979’an de piştî Şoreşa Îslamî êdî li Îran û Rojhilat tû tişt ne wek berê bû.
Di alî mafê jinan de rewş her ku çû şûnde ket û ev bû sedema serhildanê.
Jin ji qada siyasî hatin dûrxistin.
Bi destura bingehîn hejmara jinan a di meclîsê de hat sînorkirin.
Mafê jinan hatin xespkirin. Piştî şoreşê hikûmetê bi polîtîkayên xwe xeyalên jinan têk birin.
Di vê pêvajoyê de jinên xwedî nêrîna laîk, komeleyan ava dikin û xebatan dimeşînin.
Piştî şoreşê cara yekê 8’ê Adarê hat pêşwazîkirin. Jin 8 rojan di 8’ê Adarê de li kolanan bûn.
Têkoşîn di salên 90’î de pêşiya tevgera reformê vedike.
Piştî 1998’an tevgera jinan di civakê de zêde hat dîtin.
Di vê demê de gelek komele û Saziyên Civaka Sivîl yên der barê mafê jinan de faliyet dimeşandin hatin avakirin.
Di 2005’an de ji bo jinan pêvajoyek tije dest pê dike û jin dest bi çalakiyan dikin.
Di 12’ê Hezîrana 2006’an de jinan xwe amade kir ku çalakiya protestoyî pêk bînin lê polîsê Îranê êrîşî jinan kir.
2008’an de Zeynep Celaliyan li dijî hikûmetê berxwe da meşandin.
Zeynep Celalkiyan di 2010’an de hat darvekirin.
Her wiha berxwedana Şîrîn Elemhulî û Reyhan Cebarî jî çend mînakên ji vê ne.
Jin di 2009’an de piştî hilbijartinên serokomariyê şûnde pişgirî dan Tevgera kesk.
2013’an Hasan Ruhanî hat desthilatdariyê û li hember mafê jinan nêzîkatiyên nerm nîşan dide.
Yek ji çalakiyên ku di 2014’an de pêk hat rojnameger Masîh Alînejad da destpêkirin. Masîh bi zor serî girtin protesto kir.
Li dijî sergirtinê têkoşîn ji nû ve dest pê kir. Rojên çarşemê çalakiya çarşema spî hat destpêkirin.
Nokteya têkoşînê ya girtîn di 2017’an de li Tehranê jinek derkest ser platformê û çalakiya bêdeng pêk anî.
Wê jinê teşeyê têkoşînê guhert û jinên Îranê pir zêde piştgirî danê.
Bi Jîna Emînî re jî ev derket asta jor.
Li Rojhilat û Îranê beriya şoreş û piştî şoreşê jin ji bo destkefteiyê xwe têkoşiyan û îro sînor bezandine.
Ji her alî jin bi felsefa ‘jin jiyan azadî’ rê didin berxwedana xwe û berxwedana wan li hemû cîhanê belav bûye.



