Iraq..Bêtirî 400 kes ji ber bahoza tozê rakirine nexweşxaneyan

Carke din Iraq di nava bahoza tozê de ma. Li paytext Bexda ji ber bahoza tozê rêwitiyên balafiran bo demkî hatin rawestandin. Ji ber bahoza tozê bêtirî 400 kes rakirine nexweşxaneyê.

Bahoza qûmê bela xwe ji Iraqê venake.

Roja Yekşemê piştî bahoza qûmê ji ber nexweşiyên nefesê bi dehan kes herikîn nexweşxaneyan.

Li paytext Bexdayê kolan û otomobîl bi qûma qalind hatin pêçandin û qûm jî ket hundirê malan.

Balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê diyar kir ku dîtin di binê 500 metreyî de ye û ragihand ku tevgera hewayî rawestiyaye.

Berdevkê Dezgeha Hewayî ya Sivîl a Iraqê hişyarî da û got,

“Ji ber bahoza qûmê seferên balafirxaneyên Bexda û Necefê hatin rawestandin.

Ger rewşa hewayê baş bibe wê geştên asayî dewam bikin.”

Bahoza qûmê ya ku li bajarê Necefê bi bandor bû, bandoreke neyînî li jiyana rojane jî kir.

Ji ber bahoza qûmê dîtina di trafîkê de kêm bû.

Hat zanîn ku li Bexda zêdetirî 100, Necefê zêdetirî 70, Diyalê 50, Anbayê zêdetirî 50, Babilê zêdetirî 100 û li Divaniyê, Sîmava û Meyasanê bi dehan kes rakirine nexweşxaneyê.

Tenê di meha Nîsanê de li Iraqê zêdetirî 5 bahozên qûmê çêbûne.

Ji ber bahoza tozê ku li Iraqê ji hefteya borî ve bi bandor bû, 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 717 kes jî hatine rakirina nexweşxane.

Rayedarên Wezareta Jîngehparêziyê ragihandin ku di nava bîst salên bê de li Iraqê 272 rojan ji ber qûm û tozê dê pirsgirêkên hewayê rû bidin.

Hat ragihandin ku bahoza qûmê wê îro jî bibandor be.

Back to top button