Serokomariya Tûnis: Referanduma 25’ê Tîrmehê wê destûra nû ya bingehîn a welat diyar bike

Li Tûnisê ji bo derketina ji krîza siyasî amadekariyên hilbijartin û reformê tê kirin. Serokomarê Tûnisê Seîd li gel mamostayên zanîngeha destûra bingehîn yên welat civiya. Seîd ragihand ku wê referanduma 25’ê Tîrmehê destûra nû ya bingehîn a welat diyar bike.

Tûnis dixwaze piştî nakokiyên siyasî bi referandumeke di warê destûra bingehîn de dawî li vê yekê bîne.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Tûnisê, Serokomar Qays Saîd li Qesra Kartacayê bi mamosteyên hiqûqa destûra bingehîn yên Zanîngeha Tûnisê Sadik Beliyd û Mihemed Salih bin Îsa re civiya.

Di hevdîtinê de hate gotin, rêyên pêkanîna îradeya gel a ji bo avakirina komara nû li welat û rewşa qanûnî hatin gotûbêjkirin.

Serokomariyê diyar kir ku hemû mijarên girêdayî destûra bingehîn a nû ku wê 25’ê Tîrmehê bi referandumê bê amadekirin û pesendkirin hatin gotûbêjkirin.

Hat destnîşankirin ku referandum dê destûra nû ya welêt diyar bike.

Serok Seîd da zanîn ku wê di 25’ê Tîrmehê de referandum bê kirin û her kes wê li ser rejîma siyasî nêrîna xwe bîne ziman.

Biryarên awarte yên ku sala borî ji aliyê Serokê Tûnisê Qays Said ve hatin ragihandin, li welat rê li ber “rewşeke awarte” vekir.

Seîdê ku di 25’ê Tîrmeha 2021’ê de yekem car karê meclîsê cemidand û parêzbendiya parlementeran rakir.

Di 22’ê Îlona 2021’an de, bi biryarnameyên nû rayeyên xwe berfireh kir û desteya rêveberiyê bi temamî xist destê xwe.

Seîd bi “nexşeya rêya derketina ji krîza siyasî” ku di 13’ê Kanûna 2021’an de eşkere kirî re, ragihand ku wê di 25’ê Tîrmeha 2022’an de referandûma guhertina destûra bingehîn pêk were.

Her wiha di 17’ê Kanûna 2022’an de jî hilbijartina giştî ya pêşwext bê kirin û Meclîsa heta wê demê girtî bimîne.

Hin beşên Tûnisê biryarên Seîd wekî “derbeyê” bi nav dikin, ew dibêjin ku Tûnis ji demokrasiyê dûr dikeve.

Back to top button