Di encama çalakiya gerîlayan ya li bamernê 6 dagirker hatin cezakirin

Doh gerîlla li navenda hêzên artêşa Tirk dan.
Çalakiya bi bnador li herêma Bamernê li dijî baregeha hêzên dagirker pêk hat.
Di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Bi salene artêşa Tirk û rêxistina sîxûriyê Mît’ê ku li gelek deverên Başûrê Kurdistanê bicih bûne, ji van navenda êrişan birêve dibin.

Bi taybet jî baregeha li herêma Bamernê.

Herî dawî ev baregeh veguherî navenda sereke a êrişên li dijî Zap û Avaşînê.

Doh gerîllayên HPG’ê li dijî Baregeha Bamernê ya artêşa Tirk çalakiyeke bi bandor pêk anîn.

Çalakî ji aliyê koma binavê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sîdar ve hate kirin û dîmenên wê îro hatin parvekirin.

Gerîllayên ku xwe nêzî baregehê kirin, nava rojê bi moşekan lê dan.

Li gorî encamê, herî kêm 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmî jî eşkere kirin ku kuştî û birîndarên artêşa Tirk bi ambulansên PDK’ê ji baregehê hatine dûrxistin.

Back to top button