Lîbya..Başaxa destpêkirina diyaloga nîştimanî ya aliyên Lîbyayê ragihand

Serokê hikumeta Lîbyayê yê erkdarkirî Fethî Başaxa ji bo danûstandina yekser bi hemû aliyan re û gihîştina lihevkirinekê, destpêkirina diyaloga nîştimanî ragihand.

Di xîtaba Cejna Remezanê de, serokê hikumeta Lîbyayê ku parlamantoyê ew erkdar kirî Fethî Başaxa destpêkirina diyaloga nîştimanî ragihand.

Armanc ji diyalogê, danûstandina yekser a bi hemû aliyên Lîbyayê re û gihîştina lihevkirineke nîştimanî ya rasteqîn e.

Li gorî Tora El-Erebiye, Başaxa got;

Armanc ji însiyatîfê ew e ku di vê qonaxa hesas de rêgeza beşdariya nîştimanî ji diyalogê re mayînde bibe.

Ev yek di demekê de pêk hat ku Ebdulhemîd El-Debîbe careke din soza parastina paytext Terablusê da.

Ji dema ku Fethî Başaxa li kêleka Ebdulhemîd El-Debîbe wek serokê hikumetê hatiye erkdarkirin û pêve, li Lîbyayê tu pêşketinên siyasî çênebûne.

Back to top button