HRW rapora 2024 a ؤîhanê weşand

Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) Rapora xwe ya sala 2024’an ya Cîhanê weşand.
Di raporê de zextên desthilata dewleta Tirk yên li ser siyasetmedarên Kurd û ragihandinê cihekî berfireh girtiye.
Tê gotin, “Di sedsaliya komara Tirkiyê de dadgeh hatine sîyasî kirin û ragihandin hatiye bêdengkirin.”

Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) Rapora xwe ya sala 2024’an ya Cîhanê weşand.

Di rapora ku ji 170 rûpelî pêk tê de rewşa mafên mirovan ya li zêdeyî 100 welatan hatiye lêkolînkirin.

HRW di rapora xwe de dibêje ku sala derbasbuyî di mijara mafên mirovan de zehmetiyên gelek mezin hatine jiyîn û serokên cîhanê di tevahiya salê de ji bo parastina mafên mirovan sekneke xurt nîşan nedane.

Di raporê de têkildarî rewşa mafên mirovan ya li Tirkiyê rexneyên tund hatine kirin.

“Li tirkiyê dadgeh bûne sîyasî, ragihandin hatiye bêdengkirin”

Di raporê de tê gotin, “Di sedsaliya komara Tirkiyê de dadgeh hatine sîyasî kirin û ragihandin hatiye bêdengkirin.”

Her wiha tê diyar kirin ku li Tirkiyê muxalifên siyasî tên cezakirin û gefa ji holê rakirina hiqûqê heye.

Di raporê de cih ji nirxandina Dîrektorê HRW yê Ewropa û Asya Navîn Hugh Williamson re hatiye dayîn.

Williamson dibêje,

“Piştî ku Erdogan di hilbijartinan de bi serket, li nava darazê têkoşîna hêzê û biryarên siyasî yên dadgehan bi pêşket û li welat erozyona di mafên mirovan û serdestiya hiqûqê de kûrtir bû.

Di karneya sedsaliya Tirkiyê de medyaya hatî bêdengkirin û muxalifên siyasî yên ku bi rêk û pêk tên hedefgirtin û cezakirin cih girt.”

HRW di rapara xwe de dibêje, ku dadgehên li Tirkiyê di bin kontrola desthilata Erdogan de ne û tê diyarkirin dema girtina siyasetmedarên Kurd bi tawanbariyên siyasî tê dirêjkirin.

Di raporê de zextên dewleta Tirk yên li ser rojnamevanan jî cih girtiye û tê gotin, 43 rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di zîndanan de ne.

Back to top button