MSD’ê tekezî li ser girîngiya çareseriyeke siyasî kir

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê der barê xwepêşandanên li deverên Sûriyeyê daxuyaniyek da.
MSD’ê tekezî li ser giringiya çareseriyeke siyasî kir.

MSD’ê di daxuyaniyê de destekdayîna xwe ya ji bo hemû xwepêşanderan nîşan da û got:

“Em bikaranîna tundiyê li dijî welatiyan şermezar dikin.

Xwepêşander li dijî sîstema Dîktarorê gendel dengê xwe bilind dikin.

Her wekî banga pêkanîna biryara NY’ê 2254 û berdana girtiyên di girtîgehên hikumetê de dikin.

Ev mafê wan e divê Hikumet daxwazên xwepêşanderan pêkbîne.”

MSD’ê di daxwiyaniyê de tekezî li ser giringiya çareseriyeke siyasî kir û got:

“Divê li herêmên di bin serweriya Hikumeta Şamê de mafên Sûriyan neyê binpêkirin.

Ev xwepêşandanên pêk tên riya rast ya ber bi guhertina demokratîke.

Lewma divê hemû Sûrî bibin destek.”

Partiyeke Sûriyeyê banga lidarxistina kongreyekê giştî ya Sûriyeyî kir

Back to top button